MENÜ
ANA SAYFA
x

Xebatên Nojdarî û Rehabîlîtasyonê

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, ji bo kesên ku îşkence û kiryarên xerab dîtîne û her wiha ji bo nasên wan xebatên nojdarî û rehabîlîtasyonê bi rê ve dibe. Di van xebatan de hewl dide ku ev kes û nasên wan ji hêla fizîkî, ruhî û civakî careke din baş bibin û bigihêjin rewşeke baştirîn xebatên xwe didomîne.

Xebatên nojdarî û rehabîlîtasyonê di serî de li navendên nojdarîyê yên ku niha li Enqere, Amed, Stenbol û Îzmîrê çalak in tên kirin. Ji bilî van navendên nojdariyê jî li Cizîr û Wanê jî du navendên referansê hene ku li van her du navedan jî xebatên nojdarîyê tên birêvekirin.

Di navendên me yên nojdarî û rehabîlîtasyonê de xizmetên bijîşkî, ruhî û civakî ji hêla xebatkarên wek bijîşk, psîkîyatrîst, derûnnas, xizmetkarê civakî, sekreter û sekreterê/a tibî ve tên dayîn. Koma ku ji van pîşeyan pêk tê komeke profesyonel e û bi awayeke profesyonel ji hêla van kesan ve hemû pêvajoyên nojdarîyê tên kordînekirin.

Kesên ku serî li weqfê didin, miayene û nirxandinên wan ên derûnî yên ewilîn ji hêla bijîşkên ku li weqfê wek bijîşkên serlêder dixebitin ve tên kirin. Heke nirxandin û miayeneyên taybet û zêdetir pêwist bibin jî kesên ku serî li weqfê dane ji hêla bijîşka/ê ewil ve di qadên cuda yên tibî de ji bo bijîşkên pîspor randevuyên wan tên wergirtin û li ba wan bijîşkên pîspor nojdarî û rehabîlîtasyona wan dewam dike. Hemû lêçûnên nojdarî û rehabîlîtasyonê, heqê lêçûnên rê jî tê de ji hêla Weqfê Mafê Mirovan ve tê dayîn.

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê cara ewil li Enqereyê di sala 1990î de bi navendeke referansê dest bi xebatên xwe kir. Ev bû 30 sal e ku li ser nojdarî û rehabîlîtasyona îşkence û kiryarên xerab dixebite. Ji bo kesên ku îşkence dîtîne û nasên wan careke din werin ser rewşa xwe ya başiyê bi kesên ku di qadên xwe de pîspor in re dixebite û her tim hewl dide ku kar û xebatên xwe baştir bike û asta fealîyetên xwe di vê çarçoveyê de her tim zêde dike.

Li bajarên ku navendên nojdarîyê lê tune bin, li wan deveran heke navendên Weqfa Mafê Mirovan ên referansî hebin, serlêdanên kesên ku îşkence dîtine li van deran tên wergirtin. Piştî ku serlêdana wan a ewil hat wergirtin şûn ve jî ji bo nojdarî û rehabîlîtasyoneke birêkûpêk navenda herî nêzîk a nojdariyê ji bo wan kesan dixebite. Li deverên ku qet navendeke Weqfa Mafê Mirovan lê tune be, li van deveran jî tîmên geştyar ên tendurîstiyê dema ku bûyereke îşkenceyê biqewime midahale dike û nojdarî û rehabîlîtasyona van kesan jî bi vî awayî pêk tê.

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê heta niha xizmeta nojdarî û rehabîlîtasyonê daye ji 18.000an zêdetir kesên ku îşkence dîtîne û nasên wan.

PÊWENDÎ

Navenda Giştî ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê
Navnîşan Kolana Mîthatpaşayê, No:49/11 Qat:6 06420 Kizilay/ENQERE
Tel +90 (312) 310 66 36
Faks +90 (312) 310 64 63
Eposta tihv@tihv.org.tr
Nûnertiya Amedê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê
Navnîşan Kolana Lîseyê, Apartmana Eyyûb Eser No:8/12 Yenîşehîr/AMED
Tel +90(412) 228 26 61
Faks +90(412) 228 24 76
Eposta diyarbakir@tihv.org.tr
Nûnertiya Stenbolê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê
Navnîşan Taxa Bozkurtê, Kuçeya Türkbeyi, Apartmana Ferahê, No:113/6 Kurtuluş-Şişli/STENBOL
Tel +90 (212) 249 30 92
Faks +90 (212) 293 43 33
Eposta istanbul@tihv.org.tr
Nûnertiya Îzmîrê ya Weqfa Mafê Mirovan
Navnîşan Kuçeya 1471, No:1 Sîteya Kenet 1, Daîreya:1-2 Alsancak/ÎZMÎR
Tel +90 (232) 463 46 46
Faks +90 (232) 463 91 47
Eposta izmir@tihv.org.tr
Navenda Referansî ya Cizîrê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê
Navnîşan Taxa Dîcleyê, Kolana Nurullah, No:63/1 Cizîr/ŞIRNEX
Tel +90 (486) 616 86 07
Faks +90 (486) 616 86 10
Eposta cizre@tihv.org.tr
Navenda Referansî ya Wanê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê
Navnîşan Taxa Şerefiyeyê, Kuçeya 6emîn ya Santralê, Navenda Kar ya Haydaroğlu B-Blok, No:13 Rêya Ermûşê/WAN
Tel +90 (432) 214 11 37
Faks +90 (432) 215 12 61
Eposta van@tihv.org.tr